Îtirafên Meymûnekî Shinagawayî - Haruki Murakami


Çavkanî: Haruki Murakami, First Person Singular, “Confessions of a Shinagawa Monkey” – 2021, Wergara ji japonî: Philip Gabriel, Weşanxaneya Knopf

Min ew meymûnê extiyar berî pênc salan li devera germavan a parêzgeha Gunmayê, li otêleke piçûk a bi usûla japonî hatiye çêkirin, nas kir. Li wê otêla mutewazî, heta dikarim bêjim kevnok, min şeveke seyr derbas kir.

Ketibûm ber pêlên bayê û min rêyan zeft dikir, saet bi ser 7ê êvarê ve ketibû. Dema ku ez gihîştim devera germavan û ji trênê peya bûm, payîz ber bi dawiyê ve diçû, jixwe roj zû de çûbû ava, her der di nav şîneke tarî ya çiyayî de mabû. Ji serê çiyan jî bayekî sar û gurr hat û pelên daran heta serê kuçeyê ve xişxişand ku bi qasê kulmekê bûn.

Ji bo cihê mayînê peyda bikim li nav bajêr çûm û hatim, bes otêlên bê kil û kêmasî piştî wexta şîvê mêvanan qebûl nedikirin. Li pênc-şeş cihan sekinîm, lê yek be jî ez neezimandim. Axir, rastî otêlek hatim ku dikariyam lê bihewim, sedesef ew jî li dereke tenha ya li dûrî navendê bû. Cihekî wêran û xirbe, hema bêje wek axuran bû. Herçend diyar dibû jî ji beriya sal û zemanan de hatiye çêkirin bes ti qedîmiya balkêş ku hûn ji otêleke kevnar hêvî bikin, lê tunebû. Temîratên xwaromaro, wisa dixuyan mirov digot qey aniha ji nîşke ve hatine lê kirin. Rind dizanim ew der di erdheja ewilîn de wisa namîne loma tenê hêviya min ew bû ku heya ez li wir bim, ev yek pêk neyê û helbet pişt re jî.

Li otêlê şîv nedidan, lê taştê hebû û heqê şevekê jî heta bêjî erzan bû. Li ber derî maseyeke resepsiyonê ya sade danîbûn, kalemêrekî bi temamî bê pirç û purt -wî birû jî nebûn- li pişt wê rûniştibû û heqê şevekê di pêş de digirt. Nebûna birûyên wî dibû sebeb ku çavên kalemêrî yên gir bi awayekî ecêb bibiriqin. Li kêleka wî, li ser mîndereke li erdê, pisîngeke qehweyî ya qerase, di umrê kaloyî de, ketibû xeweke şîrîn. Dibêm tiştek di pozê wê de hebû ango heta niha min nebihîstiye pisîng wisa dikin xirînî. Rîtma xirîniyan carcaran bi awayekî nerêkûpêk ji hev dûr diketin. Di vê otêlê de her tişt kevn û ji hev ketî xuya dikir.

Odeya ku nîşanî min dan tipîtengok bû, wek depoya ji bo doşekên futonî hatî çêkirin; ronahiya jorîn jî tarîgewrik bû û bi her gavê de qirçîniyên bêyom ji zemîna di bin tatamiyê de dihat. Lê ji bo hûrgiliyan êdî derengî ketibû navê. Min di ber xwe de got divê ez dilxweş bim ango qe nebe banek li ser serê min e û doşekek ku xwe tê de dirêj bikim, heye.

Ev ne ew ode bû ku min dixwest tê de rehet bibim loma min valîza xwe ya yekpare û çenteya mezin a di milê xwe de avêt kuncikekê û berê xwe da bajêr. Ez ketim loqenteyeke noodlepêj a herî nêzîk û şîveke bênexş xwar. Geriyam û geriyam, lêdam çûm û lêdam hatim heyf loqenteyên din hîn venebûbûn. Min bîrayek, hin xurekên hişkkirî û hinek noodlea germ xwar. Noodle wasat bû, şorbe şîregermî, lê min nedikarî gilî û gazincan bikim. Ji razana bi zikê vala çêtir bû. Piştî ez ji loqenteyê derketim, fikirîm ku çend çêşit xurek û şûşeyek wîskî bikirim, lê min ti firoşgeh peyda nekirin. Saet piştî heştan bû lê cîhên vekirî tenê navendên lîstika sîleh û nîşanlêgirtinê bûn ku bi gelemperî li bajarên germavan dihatin dîtin. Ji ber vê yekê ez vegeriyam otêla piçûk, kirasê yukatayê li xwe kir û daketim qata xwarê ji bo serê xwe bişom.

Li ber avahî û tesîsên qerase, hemama vê otêlê jî têra xwe baş bû. Ava dûkelî, kesketarî û ne nisilandî bû, bêhna kukurtê ji her tiştê ku min bêhna wê kiribû, xurtir serê min pêçabû, ketim nav avê û heta hestiyên xwe germ bûm. Xeynî min ti kes li vir nebû (min nedizanî ka li vê avahiyê mêvanên din jî hene yan na) û loma min karî bi serşûştina demdirêj û rehet kêfê bikim. Piştî demekê, gêja min hat û ji bo xwe hênik bikim ji hemamê derketim lê paşê zêde neçû û dîsa ketim nav ava germ. Fikirîm, belkî ev otêla kevnexuya ji ber vê yekê opsiyoneke baş bû. Bêguman ji serşûştina ligel koma turîstan a otêlên mezin, aramtir bû.

Dema meymûn deng ji deriyê cam anî û kete hundir ew cara sisiyan bû ku min di hemamê de xwe şil dikir. Bi dengekî nizm gote min, "Biborin,". Min zû bi zû fêhm nekir ku ew meymûnek e. Ava zêde germbûyî hinekî ez gêj kiribûm û qet ne li bendê bûm ku axaftina meymûnekî bibihîzim, ji loma digel tiştê min didît û ew meymûnê rastîn de nekarî elaqeyek daynim. Meymûn derî li pişt xwe girt, kepçeyên piçûk ên ku li der û dorê belav bûbûn dan hev, termometreyek xist hundirê hemamê bona germahiyê kontrol bike. Wî bi baldarî li hejmarên termometreyê mêze dikir, çavên xwe kurkusandibû, mîna bakterîologên ku cureyeke nû ya nexweşînekê ji hev dikirin.

Meymûn ji min pirsî, "Hemam çawa ye gelo?"

"Gelek baş e. Spas," min got. Dengê min di nav dûkelê de, bi awayekî xurt olan dida. Hema bêje dengekî mîtolojîk bû, ne mîna dengê min bi xwe, lê bêhtir wek dengekî zemanên berê ku ji kûrahiya daristanan vedigeriya. Û ev olan... ka deqekî bisekinin. Meymûnek li vir çi dikir? Û çawa bi zimanê min diaxivî?

"Gelo dixwazin pişta we bifirkînim?" pirsî meymûn, dengê wî şikestî bû. Dişibiya yê barîtonekî di komên Doo-Wop de, wisa zelal û balkêş. Meriv qet jê hêvî nedikir. Lê di dengê wî de ti xerîbiyek nebû, ger we çavên xwe bigirta û guhdarî bikira, miheqeq bigota qey ê ku diaxive mirov e.

"Erê, spas," min got. Lê ne mîna ku rûniştime û li hêviya yekî me da ku were pişta min bifirkîne, bileks min şerm dikir ku ger ez wî red bikim, dê bêje qey ez li dijî meymûna me. Fikirîm ev teklîfa wî pêşniyazeke safiyane bû û bêguman min nexwest wî biêşînim. Loma hêdîka ji kuwetê derketim û li ser platforma darîn a piçûk min xwe deverû dirêj kir.

Meymûn cil û berg li xwe nekiribûn. Helbet, ev yek bi gelemperî ji bo meymûnan normal e, ji ber vê jî xerîb nedihat. Û gelek extiyar dixuya; di porê wî de tayên spî zêde bûbûn. Wî desmalek piçûk girt, bi sabûnê kef kir û bi şarezayî destên xwe di ser pişta min re bir û anî.

"Îro pir sar e, ne wisa?" got meymûn.

"Erê, wisa ye."

"Di van nêzan de dê berfê her derikê rapêçe. Û dû re xelkê vê deverê neçar bimînin ku berfa lê kirî ji ser banan paqij bikin, bes bawer bikin ne karekî hêsan e."

Bîskekê sekinî û min xwe avêt nav gotinê, "Ango dikarî bi zimanê mirovan biaxivî, ha?"

Meymûn bi lez bersiv da, "Belê dikarim biaxivim." Dibe ku ev pirs gelek jê hatibe kirin. "Ez ji piçûktiyê de ji aliyê mirovan ve hatim xwedîkirin, û pê de pê de jî dest bi axaftinê kir. Xeylî wext li Shinagawayê, Tokyoyê jiyam."

"Li kû derê Shinagawayê?"

"Li dor Gotenyamayê."

"Devereke xweş e."

"Erê, ji bo jiyanê ciheke pir xweş e, wek tu jî dizanî. Li wir Baxçeyê Gotenyamayê heye, kêfa min ji dîmenên sîrûştî yên wî cihî re pir dihat.

Sohbeta me di vir de qediya. Meymûn pişta min bi hişkelorî difirkand (ku hîseke ecêb xweş bû) min jî di heman demê de hewl dida fêhm bikim ka çi diqewimî. Meymûnek li Shinagawayê mezin bûye? Baxçeyê Gotenyamayê? Û axêverekî wisa jêhatî? Ev çawa çêdibû? Ji bo Xwedê ev meymûnek bû. Meymûnek û hew.

"Ez li taxa Minato dijîm," min bi xemsarî got.

Meymûn bi dengekî dostane gote min, "Wisa be hema bêje em cîranê hev bûne."

"Mirovekî çawa te li Shinagawayê mezin kir?" min pirsî.

"Efendiyê min mamosteyê zanîngehê bû. Di warê fîzîkê de pispor û li Zanîngeha Tokyo Gakugei xwedî meqam bû."

"Nexwe yekî rewşenbîr bûye."

"Bêguman wisa bû. Wî ji her tiştî bêtir ji muzîkê hez dikir, nemaze muzîka Bruckner û Richard Strauss. Bi vî awayî min jî ji muzîka wan hezkir. Tim guhdariya wan dikir. Ez dikarim bêjim ku bê hemdî derbarê ev celeb muzîkê de zanyariyên min çêbûn."

"Ji Bruckner hez dikî gelo?"

"Erê. Senfoniya heftemîn. Nemaze beşa sêyemîn coşa min zêde dike.

Min lê zêde kir, "Ez piranî senfoniya wî ya nehemîn guhdarî dikim." wek dîsa bi xemsariyeke nemuhim.

"Belê, bera jî muzîka wî xweş e," got meymûn.

"Yanî ew profesor te fêrî zimên kir?"

"Belê wisa çêbû. Zarokên wî tunebûn û belkî ji bo telafîkirina vê yekê, kengî wextê wî çêdibû, bi awayekî baş ez perwerde dikirim. Pir bi sebir bû, kesekî ku ji her tiştî zêdetir qîmetê dida rêzgirtin û nizamê. Ew mirovekî giran bû, gotineke wî ya favorî hebû digot, dubarekirina rastiyên mutleq rêya herî baş a hînbûnê ye. Jina wî yeke şîrîn î bêdeng bû û her tim rûxweş bû ji min re. Ew herdu ji hev re jî baş bûn û ez dudil im ku vê yekê ji xerîbek re bibêjim, lê ji min bawer bikin, bi şev di cihê xwe de nedisekinîn.

"Bera?" min got.

Meymûn dawiya dawî dev ji firkandina pişta min berda. "Spas ji bo sebra we," got û serê xwe xwar kir.

"Spas," min got. "Bi rastî jî rehet bûm. Nexwe tu li vê otêlê dixebitî?"

"Belê. Xwediyên otêlê gelek qenc in, destûrê didin ez li vir bixebitim. Otêlên ji vir lukstir meymûnan naxwazin. Lê pêdiviya vêrê her tim bi xebatkaran çêdibe û tu bi kêrî îş bê qet guh nadin tu meymûn î an na. Maeş ji bo meymûnekî pir hindik e û tenê dihêlin ku li cîhên dûrî çavan bimînî û bixebitî. Rastkirina hemamê, paqijkirin û hwd. Piraniya mêvanan matmayî dimînin ku meymûnek ji wan re çay tîne, xizmetê dike. Herwiha ne mimkûn e ez di metbexê de bixebitim ji ber ku ihtimala rû bi rû manê li hemberî qanûnên paqijiya xwarin û vexwarinê re heye.

"Tu demeke dirêj e li vir dixebitî?" min pirsî.

"Qasê sê salan çêbû."

"Ez texmîn dikim ku berî rêya te biqelibe van deran, gelek tişt hatine serê te, ne?" min pirsî.

Meymûn serê xwe hejand, "Erê, ma çawa."

Ez hinekî matmayî mam, lê min dilê xwe keys kir û pirsî, "Ger munasib be, dikarî ji min re hinekî qala xwe bikî?"

Piçek fikirî û bersiv da, "Helbet, lê dibe ku serpêhatiyên min bi qasî ku mêvanê me hêvî dike balkêş nebin. Lêbelê karê min di saet dehan de xilas dibe. Ger hûn musaîd bin ezê werim odeya we."

"Baş e" min got. "Dema hatî dikarî bîra jî bînî?"

"Helbet, ezê bîrayeke sar bînim. Bila marqeya wê Sapporo be gelo?"

"Erê, dibe. Tu bîrayê vedixwî?"

"Belê, ez jî carna vedixwim."

"Nexwe ji kerema xwe du şûşeyên mezin bîne."

"Baş e. Hûn li Araiso Suiteê ya qata duyem dimînin, ne wisa?"

"Belê," min got.

"Gelek ecêb e ku li vê otêla qafê çiyan jî odeyên araiso ango peravên bifirtone hene." Meymûn kir tîqetîq û keniya. Ev cara ewil bû ku min kenê meymûnekî dibihîst. Lê dibe helbet meymûn carinan bikenin û tewra bigirîn jî. Divê ez qet şaş nemînim ji ber ku ev meymûnê han dikariya biaxife.

"Ka navekî te heye gelo?" min pirsî.

"Navê min tuneye, lê her kes ji min re dibêje Meymûnê Shinagawayî."

Paşê deriyê ji cam ê zincîrkirî vekir û ji hemamê derket. Pişt re jî vegeriya û bi baldarî silav da min, bi bêdengî deriyê ji camê girt.

Êvarê saet 10an ku tenê çend deqe jê bihûrîbûn, meymûn bi tepsiyeke ve hat odeya min a araiso, li serê jî du şûşeyên bîrayê hebûn. Wekî meymûn gotî, min jî qet fêhm nekiribû ka çima dibêjin odeya peravên bifirtone. Li ser tepsiyê, ji xeynî bîrayan, vekiroxekî şûşeyan, du qedeh û hinkî çerez: kalamarê qelandî yê biharatlêkirî û paketek kakipi ku ji birinc û fistêqan tê çêkirin, hebû. Ev meymûn tehma devê xwe dizaniya.

Meymûn cil li xwe kiribûn. Wî tîşortek qalind û mildirêj ku di pêşiya wê de "I♥NY" hatibû neqişandin û pijamayeke gewr li xwe kiribû. Dibêm yekî kincên zarokê xwe yên kevn dane wî.

Li odeyê mase tunebû loma em li kêleka hev li ser mînderên tenik rûniştin û pişta xwe dan dîwêr. Meymûn bi vekiroxê bîrayan vekir û qedehan tijî kir. Dû re me got noş û qedehên xwe li hev dan.

Meymûn got, "Spas," û mîna ku pir kêfa wî hatibe kir qurtequrt û bîrayê bi ser xwe de kir. Min jî di heman demê de hinkî fir kir. Bi rastî, hesteke xerîb bû ku meriv li kêleka meymûnekî rûne û bi hev re bîra vexwe, belkî ne hînbûyî bûm loma wer dihat.

Meymûn, bi pişta destê xwe ya têr-mû, devê xwe paqij kir û got, "Bîraya piştî kar tehma wê xweştir e. Lê ji ber ku ez meymûnek im, derfeta min tune bi vî rengî bîrayê vexwim."

"Tu li vir hem dixebitî hem jî dimînî gelo?"

"Belê, doşekek danîn odeya paşîn a di navbera qata serî û baniyê de û hiştin ku ez li wir razêm. Carna mişk digerin ji ber wê hinkî nerehet e, lê axir ez meymûnek im divê spasdarê wan bim ku di nav doşekeke germ de radizêm û rojê sê danan xwarin didin min. Lê helbet nikarim bêjim bihûşt e jî."

Bîraya xwe qedand û min jî qedeha wî tijî kir, got "Spas," bi awayekî minêkar.

"Ligel hevalên xwe yên ji bilî mirovan, ango, bi meymûnên din re serpêhatiyên te hene gelo?" min pirsî. Gelek pirs hebûn ku meriv dixwest jê bike.

Meymûn got, "Belê, gelek hene." Rûyê wî reşetarî bûbû. Ji ber hin sedeman qermiçkên li dora çavên wî kûrtir bûn. "Ez bi darê zorê ji Shinagawayê hatim dûrxistin û ber bi herêma Çiyayê Takasaki ve hatim berdan. Di destpêkê de min digot qey ezê li wir bi aramî bijîm, lê di dawiyê de her tişt berovajî bû. Ango ez ji aliyê jin û mêrekî ve hatibûm perwerdekirin ku mamosteyên zanîngehê bûn. Lêbelê bi meymûnên din re, helbet hemcisnên min ên hêja bûn, min ti tişt nedidît ku ez bi wan re biaxifim, têkiliya me bi awayekî baş destpê nekir. Heneka xwe bi min dikirin, digotin tu çi tiştên eletewş dibêjî. Rastî tehde û ezyeta wan a derûnî jî hatim. Meymûnên mê, dema diçûm cem wan dikeniyan. Ew bi ferqiyeteke biçûçik jî dihesiyan. Hemû kirinên min ligel wan sedema şik û gumanê bûn. Ji bo wan eyn mîna qirdikan bûm, ji hal û hereketên min aciz dibûn û heta bi hêrs diketin. Êdî pir zehmet bû ku bi wan re bijîm, loma ji wan qetiyam û tena serê xwe jiyana xwe domand. Wek ku dibêjin ji refê xwe mayî."

"Dibêm tenêtî zora te biriye."

"Erê, helbet. Êdî kes min nediparast û neçar mabûm bi tenê xwarina xwe peyda bikim, veşêrim û wisakî li ber xwe bidim. Lê ya herî nexweş ew bû ku bi kesî re têkiliya min tunebû. Ne bi meymûnan re ne jî bi mirovan re dikariyam biaxivim. Tenêbûn halekî pir zehmet e. Li Çiyayê Takasaki min gelek mirov didîtin, bes min nedikarî bi wan re bidim û bistînim. Ger min viya bikira, dizanim bedêla wê jî dê pir giran bûya. Ne beşdarî civata meymûnan dibûm û ne jî civata mirovan. Ew rojên hanê kengî bên bîra min dilê min diêşe."

"Te nikarîbû Bruckner jî guhdarî bikî?"

Meymûnê Shinagawayî got, "Belê, ez li cihanek wisa bûm ku pêwendiya wê bi tiştên wihareng nebû." Paşê qurtek li bîraya xwe da. Min bi baldarî li rûyê wî meymûnî mêze kir, rûyê wî yê sor, sortir nebûbû. Dibe ku ew meymûnekî wisa bû dikariya li hemberî tesîrên alkolê xwe ragire. An jî dibe ku ji rûyê meymûnan diyar nedibû ka serxweş bûne yan na.

"Meseleyeke dî jî ku dilê min pir diêşand, têkiliya ligel jinan bû."

"Ha," min got. "Mebesta te çi ye ji têkiliya ligel jinan?"

"Bi kurt û zelalî, xwesteka min a cinsî ji bo meymûnên mê tunebû. Çend caran şansê min çêbû, lê a rast min nekarî wî îşî bibim serî."

"Ango wek meymûnekî xwesteka te ya cinsî ji bo meymûnên mê nîne?"

"Belê, rast e. Ez şerm dikim vê yekê bibêjim lê bûm yekî wisa êdî nikarim derveyî jinemirovan bibim dildarê ti celebekî." Min tiştek negot û bîra tijî kir qedeha xwe ya vala, paşê pakêta kakipiyan vekir û çend heb kire destê xwe.

"A rast, ev yek dikare bibe sedema pirsgirêkan."

"Erê, bi rastî dikare bibe sedema pirsgirêkên mezin. Jixwe, wekî ku hûn dibînin, ez meymûn im. Helbet nikarim ji jinemirovekê hêviya têkiliya cinsî bikim. Herwiha ji hêla genetîkî ve jî ne munasîb e."

Min tiştek negot, ez li bendê bûm ku axaftina xwe bidomîne. Meymûn bi qasê kêliyekê pişt guhê xwe xurand û paşê axivî.

"Loma jî diviya ez çareyeke din bidîtama da ku ez ji vê hesta bêçaretiyê xilas bibim."

"Mebesta te ji çareyeke din çi ye?"

Orta her du çavên meymûn ji nîşke ve kûrtir bû, rûyê wî yê sor jî hinekî tarî.

Meymûn got, "Dibe ku hûn bawer nekin. Bi texmîna min hûnê ji vê yekê bawer nekin, lê ev demek e ez navê jinên ku dil dikevim, didizim."

"Navê wan didizî?"

"Erê. Nizanim çawa çêdibe, lê ji wexta ku çêbûme ev qabiliyeta taybet bi min re heye. Ger bixwazim, dikarim navê mirovan bidizim û bibim xwediyê navê wan."

Hişê min careke din tevlihev bûbû.

"Rind fêhm nekir," min got. "Dema ku tu navê jinekê didizî û dibî xwediyê navê wê, gelo ew jin navê xwe bi tevahî winda dike?"

"Na. Bêguman navê xwe winda nake. Tiştê ku didizim tenê beşeke ji wî navî ye, beşeke piçûk jê ye. Lê bi beşa ku ez werdigirim, ew nav piçekî xumam dibe û giraniya wî kêm dibe. Ango dema ku ewr çawa pêşiya tavê digirin û siyên li rûyê erdê xumam dibin, eyn wisa. Li gorî rewşê, dema ku windahiyek wisa çêbibe, dibe ku ew jinik qe pê nehese jî. Tenê hesta xeribiyê were dilê wê û hew."

"Lê dibe ku hin ji wan fêhm bikin jî ne wisa, beşeke ji navê wan hatiye dizîn?"

"Belê, helbet kesên wiha hene. Mînak carinan nikarin navê xwe bi bîr bînin. Ne lazim e bêjim lê ev rewş qet ne munasîb e. Hin kes dema navê xwe dibihîzin jî dîsa nas nakin. Di encamê de rewşeke nêzî krîza nasnameyî dertê û mixabin tev jî di rûyê min de. Loma ji dizîna navê jineke wisa pir poşman dibim. Barê poşmaniyê û hesta sûcdarbûnê dibin yek li ser dilê min dimînin. Her çend dizanim divê nedizim lê bi xwe nikarim. Belê behaneya vê kirinê nîne, bes dopamîn ez neçar dikim ku wisa tevbigerim."

Min destên xwe girêda û demekê li meymûn mêze kir. Dopamîn? Paşê ez axivîm. "Ev diziya te, dema tu dil dikevî jinekê û hesta cinsî di nava te de ji bo wê çêdibe, pêk tê gelo?"

"Erê, eyn wek wisa. Hema kî bihata pêş min û min diziya navê wê bikira, dê bibûya sedema tevliheviyên ecêb."

"Îcar te heta niha navê çend kesan dizîne?"

Meymûn tiliyên xwe xwar kir û bi awirekî ciddî jimart. Dema ku tiliyên xwe xwar dikir, bi dengekî nizm dimilmilî. Paşê serê xwe rakir.

"Heft, min navê heft jinan dizî."

Ev hejmar pir bû yan hindik bû? Zehmet bû meriv biryar bide.

Min ji meymûn pirsî, "Diziya navan çawa çêdibe, dikarî nîşanî min jî bidî?"

"Di esasê xwe de hêza hişî bikar tînim. Di heman demê de konsantrasyon û enerjiya rûhî jî pêwîst e. Lê ev têrê nakin. Pêwîstiya we bi tiştekî heye ku li serê nav hatibe nivîsandin. Ya herî îdeal nasname ne. Divê tiştên wekî ehliyet, qerta nasnameya xwendekariyê, qerta tenduristiyê, pasaport û wd. bi dest bixî. Ango tiştekî wisa şênber divê bi dest bixî. Ez bi xwe didizim. Xeynî diziyê ti rêyek din ji bo min nîne. Ji ber ku ez meymûn im, dema ku kes li malê namîne ez bi awayekî bêdeng dikevim hundir, li tiştekî ku nav li ser hebe, digerim û dema dibînim jî efû nakim."

"Û tu jî tevî wê tişta ku nav li ser e, bi hêza xwe ya hişî navê jinan didizî."

"Rast e. Demeke dirêj çavê xwe li ser nav digerînim û hestên xwe tîr dikim. Navê ew kesê ku jê hez dikim, dikişînim nav hişê xwe. Ev usûl ji wexta mirov gelek dixwe û ji aliyê rûhî û bedenî ve jî diwestîne. Lê dema bala xwe baş bidim, dikarim bi awayekî ji awayan bi ser kevim û êdî parçeyeke wê jinikê dibe parçeyeke min. Ango evîna xwe ya ku nizanim çawa derbînim, wihareng tetmîn dikim."

"Bêyî têkiliya fizîkî?"

Meymûn pejirand. "Erê, dizanim ez hew meymûnek im lê ti carî neketime pey usûlên dîtir. Ez navê jinika ku dihebînim, dikim parçeyeke ji xwe; ev besî min e. Erê, ji aliyekê ve kiryareke cinsî ye, lê di heman demê de heta bêjî kiryareke platonîkî ye. Ez bi awayekî nepen ji wî navî hez dikim. Wek bayekî hênik ku di ser mêrgan re diherike."

"Hmmm," min got, tesîr li min kiribû. "Bi awayekî din, wek evîna rasteqîn jî dikare bê gotin."

"Erê, belkî jî bi awayekî din jê re evîna rasteqîn dikare bê gotin. Lê di heman demê de, ew tenêtiyeke rasteqîn e. Ango wek pêşî û paşiya pereyên hesinî her du alî bi hev zeliqandî ne û nikarin ji hev veqetin."

Sohbeta me di vir de biskekê rawestiye. Me bîra vedixwar û di ber re jî kakipi diavêt devê xwe.

"Di van demên dawiyê de te navê jinekê diziye qet?" min pirsî.

Meymûn serê xwe hejand. Paşê bi tiliyên xwe pirçên milê xwe girt. Xuya bû, piştrast dikir ku ew bera jî meymûnek bû. "Na, min di van demên dawiyê de navê ti kesî nediziye. Piştî ez hatim vî bajarî, min biryar da ku adetên xirab li dû xwe bihêlim. Bi vî awayî ruhê vî meymûnê piçûk hinkî aram bû. Ez li vir rojên bêheytehol derbas dikim û navên wan heft jinên ku min heta niha hebandine di dilê xwe de bi baldarî vedişêrim."

"Wisa baştir e," min got.

"Dibe ku hedê min nebe, lê gelo destûra we heye ka ez nêrîna xwe ya naçizane û taybet derbarê evînê de bibêjim?"

"Helbet," min got.

Meymûn çend caran çavên xwe girt û vekir, bijangên wî yên dirêj wek pelên kenewîran ku li ber bayê dilivin, bilind bûn û daketin, paşê hêdîka bêhna xwe veda. Wek werzîşvanên hilqevaztinê nefeseke kûr kişand ku beriya bazdanê, wisa dikirin. "Ez dibêm, evîn sûtemeniyek e, ji bo domandina jiyanê ku em muhtacî wê ne. Evîna me dibe rojekê bi dawî bibe an jî veneguhere tişteke xweşik. Lê evîn biqede jî, em xwe bi bîranîna evîndariyê, bi hebandina evînê ve digirin û ev jî ji bo me dibe çavkaniyeke germahiyê. Ger çavkaniyeke germahiyê ya bi vî rengî nebe, dilê mirov û helbet dilê meymûnan jî dê bibe erda bejî, cemedgirtî û wêran. Ronahiya rojê, dê ti carî li ser wê axa fireh şewq nede. Ne kulîlka aramiyê û ne jî dara hêviyê li wir şîn bibe. Wa ez jî di dilê xwe de," Tam vê kêlikê, kefa destê xwe bire ser dilê xwe yê bi pirç. "Bi baldarî navê heft jinên bedew ên ku ji berê de ji wan hez dikim, diparêzim. Ez wan wekî sûtemeniyeke girîng bikar tînim û di şevên sar de laşê xwe germ dikim. Ez hewl didim ku bi rengekî, jiyana xwe ya şexsî bidomînim."

Piştî van gotinan keniya û dû re çend caran serê xwe hejand.

"Çend seyr e, ne wisa? Gotinên min ne munasîb bûn gelo?" wî domand.

"Jiyana şexsî ya meymûnekî çi ye îca? Ku ez ne şexsek im jî."

Saet 23:30 bû dema me binê du şûşeyên bîrayê dît. Meymûn got, "Êdî rabim. Ji ber serxweşiyê gelek axivîm. Li min biborin."

"Na, tiştên ku te behs kir pir balkêş bûn," min got. Dibêm balkêş belkî ne gotineke maqûl bû. Vexwarina bîrayê û sohbeta bi meymûnekî re serpêhatiyeke têra xwe seyr bû. Vî meymûnî ji Bruckner hez dikir, navê jinên ku dil ketibû wan an jî arezûya cinsî di tamarên xwe de digerand, didizî û meriv jê re bibêje balkêş dê hindik be, ev bi xwe derasayî bû. Lêbelê, ji bo ku kela dilê meymûn ji hedê xwe zêdetir ranebe, min gotina herî sade hilbijartibû.

Dema ji cihê xwe rabû ku biçe, min bankanoteke hezar yena japonî wek bexşîş da destê wî. Min got, "Hindik e, lê pê re tiştekî tehmxweş bixwe." Meymûn ewilî nexwast ji destê min hilde, lê piştî israra min bi awayekî aram hilda. Wî pereyî du ta kir bi baldarî xiste bêrîka xwe ya pijamayê.

"Gelek spas. We guh da gotinên vî meymûnê ehmeq û bîra îkram kir. Bi ser de jî we qenciyeke wisa kir. Ez li hember we pir fedîkar derketim."

Paşê şûşeyên bîrayê û qedehên vala danî ser tepsiyê û çû.

Sibehê ez ji otêlê derketim û vegeriyam Tokyoyê. Dema min haziriya xwe dikir, meymûn ne xuya bû. Di resepsiyonê de ne ew kalemêrê xerîb î bêpor î ecêb û ne jî pisînga pîr a pozxitimî hebû. Min ji jinika li pişt maseya resepsiyonê rûniştî re got ku ez dixwazim heqê bîraya şeva borî bidim, yekî navsere, qelew û bêmirûz bû. Jinikê got, "Mesrefa îlawe tuneye. Em tenê ji otomatan qûtî bîra difiroşin. Şûşe bîra tuneye ba me."

Hişê min dîsa tevlihev bûbû. Min digo qey rastî û xeyal bi awayekî dûrîaqilane û bê sekan diketin şûna hev. Şevê dî, min bi meymûnekî re du şûşeyên bîraya Sapporo yên cemidî, vexwaribû û li çîrokên wî guhdarî kiribû.

Min xwest ji jina navsere re qala meymûn bikim, lê paşê jê qeriyam. Belkî jî di rastiyê de meymûnekî wisa tunebû. Vana tev halusînasyon bûn ku ji ber ava germ wisa li min hatibû. An jî dibe ku ew tenê xewneke zêde reel, xerîb û dirêj bû. Ger min tiştekî wisa bigota, "Gelo karmendekî we yê meymûn heye qet, ku dikare mîna mirovan jî biaxive?" bibûya sedema rûdanên nebaş û xerab, heta dibe ku ew bigotana qey ez dîn im. Ihtimaleke din jî ew bû ku belkî meymûn karmendekî neqanûnî bû. Bêguman, ji tirsa daîreya bacê an wezareta tenduristiyê nikarîbûn wî eşkere bişuxilînin. Ev ihtimaleke pir xurt bû.

Dema bi trênê vedigeriyam, li ser çîroka meymûn ponijîm. Tiştên ku em axivîn, bi qasî ku dihat bîra min di deftera kar de min not girt. Niyet kir ku piştî vegera Tokyoyê vê çîrokê ji serî heta dawî binivîsim.

Ji bilî hebûna meymûn, min nedikarî tiştekî din bifikirim lê ger ku bera jî ew rast be. Gelo divê ez çiqasê wan tiştan dema me bîra vedixwar û meymûn digote min, wekî rastî bihesibînim? Nikaribûm ji heq derkevim û biryarekê bidim. Bera jî diziya navên jinan û hebandina wan mumkin bû gelo? Ma ev qabiliyeta taybet tenê ji wî meymûnê nuwaze re hatibû bexşandin? Û kî dikaribû îdia bike ku ew meymûn ne mîtoman e? Helbet, min meymûnekî mîtoman qet nebihîstiye, lê ger meymûnek ku bi şarezayî zimanê mirovan diaxive hebe, di esasa xwe de ne ecêb e ew bibe mîtoman jî.

Ji ber kar min li çîrokên gelek kesan guhdarî kirine. Bi kîjan çîrokê baweriya xwe bînim, ji kîjanê lazim e guman bikim, kêm zêde dizaniyam. Dema ku min bi yekî re têra xwe sohbet dikir, ji tevgerên wî yên nezelal, peyam û îşaretên ku wî bê hemdî radixist ber çavan, min tê derdixist. Ez bi xwe, nabêjim ew tiştên Meymûnê Shinagawayî qal kirin, vir û derew bûn. Awirên wî, derbirina wî, carcaran ponijîna wî, hişbûnên wî, jestên wî yên cihêreng, karanîna wî ya peyvan tev pir tabi'î xuya dikirin, hesta sextekariyê nehate dilê min. Beriya her tiştî, min di îtirafên wî meymûnî de duristî û heta êş û azar dîtin.

Piştî vê rêwîtiya rehet û tena serê xwe, ez vegeriyam Tokyoyê. Careke din di nav qelebalixiya bajêr de bûm. Zêde karê min tunebû lêbelê, her ku salek ji emrê min diçû, ji ber çi ye nizanim ji min wetrê dihat her roj mijûlahî zêde dibûn û zeman jî bileztir diherikî. Axir, min ji kesekî re ne qala Meymûnê Shinagawayî kir, ne jî tiştek li ser nivîsî. Ger min qal bikira jî, ti kes ji min bawer nedikir, de bigotana dîsa tevna xeyalan ba dide. Yek ji sedemên nenivîsandina min jî ev bû, min nedizanî ka ji bo vê çîrokê dê kîjan format çêtir be. Ji bo çîrokeke rastîn zêde fantastîk bû. Heta ku delîleke berbiçav li ser hebûna wî meymûnî nebe, dibêm kes baweriya xwe jî nayîne. Ger ez wek çîrokekê binivîsim, vê carê jî mebest û dawiya wê ne diyar be. Beriya binivîsim jî dibe ku mirûzê edîtor ê "tirsiyayî" bibînim û dibe ku ez bi pirseke wihareng re rû bi rû bimînim, "Ez naxwazim vê pirsê ji nivîskar bi xwe bikim, lê meraq dikim ka babeta vê nivîsê çi ye gelo?"

Babet? Tiştekî wisa nîne. Hew mesele tenê ewqas e, li bajarokekî biçûk ê Gunmayê, meymûnekî extiyar ku bi zimanê mirovan diaxive, pişta mêvanên otêla germavê difirkîne, kêfa wî ji bîraya sar re tê, ji jinan hez dike û navê wan didize. Di vê behsê de ka mijar, ka raman heyran?

Û her ku dem di ser re derbas dibû, bîranînên wî bajarê germavan xumamtir dibûn. Bîranîn çiqas zelal bibin jî, nikarin li ber zemên rawestin.

Di ser wê rojê re pênc sal derbas bûn lê niha min biryar da ku li ser wî meymûnê henekbaz binivîsim, ji ber ku bûyereke ecêb li min qewimî. Ger ev bûyer nebûya, belkî min vê nivîsê lê nekira jî.

Wê nîvrokê li kafeteryaya otêleke Akasakayê, min ji bo kar hevdîtinek kiribû. Ya ku ez pê re civiyam, jineke edîtor bû û ji bo kovareke geştyariyê dixebitî. Ew jina zêde bedew, umrê wê hema bêje sî-sî û pênc xwanê dikir, yeke hûrik bû. Porê wê dirêj û rengê canê wê ciwan dixuya. Çavên wî yên dilkêş û mezin hebûn. Edîtoreke serkeftî bû û mêr jî nekiribû. Heta wê rojê ez gelek caran pê re şixulîme, bi demê re dilê min lê germ bûbû. Piştî ku civîna me ya kar qediya, me qehwe vexwar û li ser tiştine rojane axivîn.

Telefona wê lêda. Bi awireke şermokî li min mêze kir. Min bi destê xwe îşaret kir ku bila veke. Piştî hejmaran kontrol kir, bersiv da telefonê. Mijar li ser tişteke wisa teyîdkirina rezervasyonê filan bû. Yan ji bo restoranê yan ji bo otêlê yan jî ji bo bilêta teyareyan. Demekê li ajandaya xwe mêze kir û di dawiyê de wek ku pirsgirêkek hebe çavên xwe li rûyê min kurkusand.

"Bibore," bi dengekî nizm got û bi destê xwe ahîzeya telefonê girt. "Belkî ecêb be lê divê pirsek ji we bikim. Gelo navê min çi bû?"

Demekê di cihê xwe de sar bûm. Lê paşê min navê wê bi awayeke xemsarane jê re got, mîna ku tiştekî ne ecêb be. Wê serê xwe hejand û navê xwe di telefonê de dubare kir. Dû re girt û ji min lêborîn xwest.

"Li min bibore. Ji ber hin sedeman min navê xwe ji bîr kir. Gelek şerm dikim."

"Carcaran qe wisa dibe gelo?" min pirsî.

Heyirî mabû. Axir bi serê xwe bersiva pirsa min da. "Belê, di van rojan de gelek caran. Navê min nayê bîra min. Mîna bîrsivikiyê."

"Tiştên din jî wisa ji bîra te diçin an na? Rojbûn, hejmarên telefonan, şîfre û hwd."

Serê xwe hejand. "Na, tu carî wisa nebûye. Bîra min her tim pir xurt bû. Rojbûna hemû hevalên xwe dizanim. Min navê yek ji wan ji bîr nekiriye. Tenê dem bi dem navê xwe nikarim bînim bîra xwe. Ez fêhm nakim ka çawa dibe di nav du-sê deqeyan de hişê min dîsa tê cî. Lê ew valahî bêhna min pir teng dike. Wek ku ez ne ez bim li xwe diheyirim." Bêdeng mam û min bi serê xwe pejirand. "Meraq dikim gelo ev hal nîşana alzheimerê nebe?"

Min kûr axînek kişand. "Mixabin bi awayê tibbî qet nizanim. Ev halê te yê ji nişka ve jibîrkirina navê xwe kengî dest pê kir?"

Çavên xwe zivirand û hinekî fikirî. "Tê bîra min pênc-şeş meh berê ‘demsala temaşekirina kulîlkan’ bû min navê xwe ji bîr kiribû. Ew cara yekem bû."

"Dibe ku pirsek ecêb be, lê te wan rojan tiştek winda kir gelo? Tiştekî mîna nasname, ehliyeta ajotinê, pasaport an qerta tenduristiyê."

Bîskekê fikirî, lêvên xwe yên piçûk gez kir û dû re bersiv da. "Belê. Min wê demê ehliyeta xwe winda kiribû. Di dema bêhnvedana nîvroyê de ez li ser textikeke parkê rûniştibûm. Min çenteya xwe li kêleka xwe danîbû. Çenteya makyajê jê derxistibû û lêva xwe taze dikir. Paşê min fêhm kir ku çente ne li cihê xwe ye. Zehmet bû têbigihêm ji ber ku min çavên xwe tenê kêlîkekê lê girtibûn. Ez ne bi yekî hesiyam ne jî bi dengê lingan. Li der û dorê mêze kir lê kesek li wir nebû, park jixwe her tim cihekî aram e. Ger mirovek bihata û hewl bida ku çenteya min bidize, miheqeq minê ferq bikira."

Ez li bendê bûm ku berdewam bike.

"Lê tenê ev ne, ecêbiyên din jî qewimîn. Wê danê nîvroyê ji qereqolê xeber hat. Gotin çenteya we hatiye dîtin. Li nêzî parkê li ber qereqolê hatiye danîn. Di hundirê wê de her tişt temam bû. Pere, qerta krediyê, qerta bankayê û telefon hemû tê de bûn. Tenê ehlîyeta ajotinê tunebû. Polîs jî heyirî mabûn ku çima pere nehatiye dizîn û hew tenê ehlîyeta ajotinê tê de nîne, di ser re jî çente li ber qereqolê hatibû danîn."

Min axîneke kûr kişand lê tiştek negot.

"Dawiya meha adarê bû. Ez yekser çûm beşa ehlîyetê ya li Samezuyê û min yekî nû girt. Aqilê min jê nedibirî, ecêb bû ew bûyer. Bextê min hebû ku zirareke ciddî negihîştibû min. Ji ber ku ew cihê li Samezuyê pir nêzîkî min bû, bi rehetî çareser kirin."

"Ma Samezu ne girêdayî Shinagawa ye?"

"Belê, li Higashioi ye. Şîrketa ku ez tê de dixebitim li Takanawa ye, loma bi teqsiyê ne dûr e," got. Dû re bi awireke gumanbar li min mêze kir. "Gelo di navbera ehliyeta min a hatî dizîn û jibîrkirina navê xwe de elaqeyek heye, dibêjî?"

Ez mat mabûm lê serê xwe berjor rakir. Aniha nedibû minê jê re behsa Meymûnê Shinagawayî bikira. Ger min behs bikira, dê bixwasta bizane ka ew meymûn li kû ye. Dikaribû biçûya wê otêlê û rasterast pê re biaxiviya, li ser tiştên qewimî bi awayekî ciddî pirsan jê bikira.

"Na, ti elaqe wan tiştan bi hev tuneye. Tenê hat bîra min û pirsî," min got.

Bi awireke pir jî nebawer li min mêze kir. Xetereyek bû, lê pirseke din a girîng hebû di dilê min de û min nekarî xwe bigirim.

"Herwiha, te van demên dawiyê qet meymûn dîtine gelo?"

"Meymûn?" wê got.

"Ango wek heyawanek, meymûn?"

"Erê, meymûnekî zindî," min got.

Serê xwe wek ku bêje na, hejand. "Na, min van salên dawiyê yek be jî nedîtine, ne li bexçeya heywanan û ne li ciheke din."

Gelo Meymûnê Shinagawayî cardin dest pê kiribû? An jî meymûnekî din hebû ku rêbaza wî teqlîd dikir? Gelo ev karê meymûnekî teqlîdkar bû yan ji bilî meymûnan tiştekî din wisa dikir?

Min nedixwest bifikirim ku Meymûnê Shinagawayî vegeriyaye ser karê diziya navan. Lê meymûn gotibû, dixwazim navên wan heft jinan bi baldarî di dilê xwe de biparêzim, ew bes e ji bo min. Êdî dixwazim li vir, Gunmayê, di vê otêla germavan de rojên bêheytehol derbas bikim. Min jî gotibû qey ji nava dilê xwe diaxive. Lê bi min nexweşiyeke derûnî bi wî meymûnî re heye bes têgihîştina wê pir zehmet e. Ji ber vê jî dibêm vegeriyaye Shinagawayê û li ser adetên xwe yên xerab berdewam e.

Dibe ku rojekê, belkî ezê jî biceribînim. Di şeveke ji şevên ku xew li min herimî de carinan bi vê fikirê dilikumîm. Minê nasnameya jina ku ez evîndarê wê me desteser bikira, hişê xwe baş bida ser navê wê û bikişanda hundirê xwe, wihareng bibûma xwediyê parçeyeke ji wê. Meraq dikim gelo dema meriv vê yekê pêk bîne, dê xwe çawa hîs bike?

Na, berî her tiştî ji min nayê. Hingî ku ez fêhmeberî xwe bûme ti car mirovekî destsivik nebûm û ez nikarîbûm tiştên mirovan, bidizim. Herçend ew tişt ne şênber be yan jî diziya wê ne li dijî qanûnan be, dîsa jî nikarim.

Evîn û tenêtiya rasteqîn. Ji wê rojê û pê de, her ku ez li senfoniya Bruckner guhdarî dikim, li ser jiyana Meymûnê Shinagawayî difikirim. Dîmena meymûnekî extiyar ku di otêleke germavan de, di odeya dawî ya navbera qata serî û baniyê de lihêfeke tenik avêtiye ser xwe û ketiye xew, tê ber çavên min. Herwiha tê bîra min, em çawa li kêleka hev rûniştibûn û pişta xwe dabûn dîwêr, me bîra vedixwarin û kakipi diavêtin devê xwe.

Piştî wê rojê min careke din ew edîtora delal a kovara geştiyariyê nedît. Ji ber vê jî haya min jê tuneye ka çi bi navê wê hat. Hêvî dikim pirsgirêkên mezin rû nedabin. Jixwe di vê mijarê de ti sûc û berpirsiyariya wê jinikê tunebû. Belkî neheqiyê bikim lê eyn îro be, ez dê dîsa nikaribim jê re behsa Meymûnê Shinagawayî bikim.

Comments

Popular posts from this blog

Ferhenga Dudil

Beq Efendî Tokyoyê Xilas Dike - Haruki Murakami

Hûrçîrok