Ferhenga Dudil

Dîsa berî azana melê ez û bavê min Fayîq bi niyeta nimêjê çûn mizgeftê. Bavê min, ne ku ji min daxwaz dike an jî şîretan difûrîne her şeveqa sibê radibim û pê re diçim. Na, kengî çi kiribe min bi zarê wî kiriye. Çawa ku ji siya min nayê payîn bêyî liv û lebata min tevbigere, ne mimkûn e ez jî bi zarê bavê xwe nekim. Belkî ezê ez siya vî mêrikî me, siyeke bi çav yan jî sûretê wî yê li ser eynikê; lê belkî jî ew sî û xeyala min e. Belkîûbelkîûbelkî kirinên min ên ku dibêm qey bi zarê wî ne, ji beriya wî de an jî pê re di heman demê de dikim.

Sî: Ala şexsî ya mirovî ku li ba nabe.

Al: Berê li mekteban kitêbên xerîteyan belav dikirin. Di nava wan de hemû welatên li ser rûyê erdê ligel alên xwe dihatin nîşandan. Xweş bîr dibim, min û keça cîrana me heman kitêba xerîteyan bi kar dianîn.

Keça cîrana me: Meyrem. Dema ku dest bi zanîngehê kir ez hîn diçûm lîseyê, sefa didûyan. Ango du sal bi emirtir bû ji min. Hindik mabû pê re bigihêjimê û ez jî herime heman zanîngehê, bes ligel hevalên xwe çû çiyê.

Çiya: Kengî ev peyv di nav malê de bihata hildan tafilê diya min sûyê xwe li me dianî û çiyayê ji dengan eyn wekî Çiyayê Sînayê ya meseleya Mûsa Pêxember di cî de parçe parçe dibû. Lê bi dizîka be jî me dîsa çiyayê xwe lê dikir.

Diya min: Wesîla. Piştî çûyina Meyremê pir ditirsiya ku hinekan hişê me li hev bixin û ez yan birayê min ê mezin jî herin.

Birayê min ê mezin: Yûsiv. Vê dawiyê çû qasê sê heftiyan bi peretî eskeriya xwe kir û hat. Hîn jî betal û bê kar e. Diya min dibê ji bo ku nezewice naçe karekî nake. Li gor wê lazim e bi keçikeke tilûrgir û navmilê wê fireh, dema ku meşiya hurmînî ji ber pê wê here, bizewice.

Zewac: Dibên pirî caran du kesên nebextewar bi hêviya bextewariyê tên gel hev, lê sedesef nebextewariyeke mestir tînin meydanê, ez nabêjim.

Nebextewarî: Wek şewbeke teqizlêketî dema bi malbateke ve bigire ew zuriyet nema tê ser hemdê xwe. Ev şewba han bi rêya dapîr û bapîrkê me, Hewa û Ademî ji bihûşta berîn derbasî mala me jî bûye.

Mala me: Roja me bar kir û mala xwe anî Stenbolê, xalê min ê rehmetî jî kete şûşa dilê min û hat bi me re. Bû sê sal xalê min tim û daîm ji şûşa dilê min dertê û li ser qenepeya aliyê mêvanan rûdine, paşê bi diya min re şîna hevdu digirin.

Stenbol: Bi dû salan min fêhm kir êdî, xelk dawiya dawî ji bo li vî bajarî bimirin bar dikin, mala xwe tînin vê derê. Lê helbet ezê ez jî ditirsim, li van deran bimînim û wekî xalê xwe nikaribim bimirim.

Xalê min: Nadir. Beriya ku em werin Stenbolê rehmet kir. Ligel hevalekî xwe îşê mazotê dike wê demê. Şoforekî nas e di ser rêyên fetlokî. Dema hevalê wî li îstasyonê siwarî tankerê dibe û pêl xazê dike ji nîşke ve agir bi motorê dikeve. Xalê min ji bo alîkariya wî bike xwe digihînê, lê derî venabe û ji ber dûmanê hevalê wî ji hiş diçe. Xalê min zû camê dişkîne û dikeve hundir. Tam vê kêlikê şewata motorê û mazota di tankerê de dibin yek û ji ber teqînê herdu jî rehmet dikin.

Heval: Ji ber rewşa xalê min zêde nikaribûm li derve bimînim loma piştî hatina Stenbolê hevalekî min ê çak çênebû. Belî nedibû xalê min Nadir kengî xwe nîşan bide; hem diya min dixwest her li malê bim û ew bikare birayê xwe bibîne hem jî min bi xwe nedixwest xalê min ji nîşke ve li cem xelkê peyda bibe û ez wek mexlûqatekî xebroşkên pîresêrî werim zanîn û heta bême ricimandin. Ya herî nexweş hûnê texmîn bikin têkiliya min bi jinan re jî çênebû û bûm ezeb û di bakirê* bêyî dilê xwe.

Jin: Ti car nebûne keder û meraqa min ên kujende lê helbet dixwazim wek însanan têkilî deynim. Diya min jî fêhm dikir û pir li ber min diket ji ber ku hem birayê min ê mezin Yûsiv nedizewici hem jî ez nikaribûm bi mirovan re bidim bistînim. Ew jî, ji bo devê şûşa dilê min bê girtin û xalê min her car jê dernekeve neyê cem xwîşka xwe ya şîngirêdayî, çareyek dît.

Çare: Diya min dudil bû bes dîsa jî ji birakê xwe xeyidî. Êdî dema ku birayê wî dihat pê re rûnedinişt. Paşê çend caran dîsa hat lê ji ber helwesta diya min, xalê min Nadir heta deh rojan hew xuya bû. Herçend xeyidîn carna tekane rêya maqûl be jî wek hemû rêyan qeza di ser wê jî pêk tên

Dudil bûn: Belê êdî xalê min ji şûşa dilê min nedipengizî lê diya min bûbû yekî dudil ango ne bi awayê metaforî berra jî dayika min bû xwedî dilê duyemîn tam di aliyê rastê yê sîng de. Çawa bû nizanim bes me fêhm kir ku îşê xalê min e ev fihêlbazî. Ji şûşa dilê min derketibû û ketibû şûşa dilê duyemîn a xwîşka xwe. Diya min jê pirsî ka çima fihêleke wisa kiriye, ma nedibû derbasî dilê kevn bûya? Xalê min gotiye, dizanî xwîşka min esasa cam û şûşeyan qûm e. Heyf ku dilê te yê kevn jî wa zû de ye ji derz û qelşan ji hev de ketiye. Herke ez tê de bi cî bûma şûşa dilê te yê kevn dê vegeriya esasa xwe ya qûmî, wek a çolan germ lê berbayî.


*ji Mem û Zîna Ehmedê Xanî


Comments

Popular posts from this blog

Beq Efendî Tokyoyê Xilas Dike - Haruki Murakami

Hûrçîrok