Hûrçîrok


Dem bi dem lê were zêdekirin

  • Bermîladamençeyawîlitasaserêmineûdixwazetiştênkudixwînebihemanlezêbêyîxeletîûxalbendîbinivîsimûdestûrênadepêlcihêvalahiyêbikimlêgerhêdîbinivîsimyanjîadetenpêlcihêvalahiyêbikimewêtetikêbikişîneûserêminbikehezar pa (17.10.2023)
  • Deftereke wî hebû, tê de şev û roja xwe, serborî û serweriya xwe kêşûkaş dikir. Bes defter, bi demê re go sifteh û bi xwe di rûpelan re neqişand herfên xwe. Tebîen serê pêşîn heyirî xudandefter lê paşê bi keder û meraq vegeriya, go çi qewimî ax lo çi ciriya? (10.12.2023)
  • Li daristanê çivîkeke xemgîn hebû. Bêdeng li derûdora xwe dinêriya, çumkî ji strana xwe mehrûm bû. Bes mirovên reşkal û neşad tim diçûn gel çivîkê da ku dengê xwe bidine wê û ew jî di şûna wan de bike qîrîn û hawar. Heta bêdengiya xwe ya din. (23.05.2022)
  • Ji bo ku bikare xwe ji geremola jiyanê dûr 'xe, serê çend salan e dinivîsand. Gava dît ku heqîqet li gor xet û nivîsa wî diguhere/in, kete ferqê bê ka çawa çîroka/ên jiyana xwe bi xwe nivîsiye. Hema wê hingê dev ji nivîsê be  (11.02.2020)
  • REKLAM! Ademîzadek dikare cihê ku lê welidiye bihêle û here lê tebîen nikare ji cihê ku lê miriye laşê xwe bilivîne. Bes me, bi saya teknolojiya neqlkirina hişî vê zehmetiyê jî safî kir! Êdî hûn dê xweşikî bikarin cihê lê mirin jî bihêlin û herin, hem jî bi laşekî nipûnû! Ji bo sparîşên ewilîn daşikandina %50 heta dawiya mehê li hêviya we ye, jê nemînin! (18.06.2019)
  • Cinayeta ku Dedektîf Ro li pey safîkirina wê bû, rengê jidayîkbûnê dida. Leşkerekî şilfîtazî gule li unîformaya xwe reşandibû. (04.11.2018)
  • Mirî bû; lê saeta wî ya destan hîn jî dixebitî. Bi min pir ecêb hat. Gerek ew jî neliviya. Min demançeya xwe kişand û saetê jî kuşt. (07.09.2018)

    Comments

    Popular posts from this blog

    Ferhenga Dudil

    Beq Efendî Tokyoyê Xilas Dike - Haruki Murakami