Posts

Îtirafên Meymûnekî Shinagawayî - Haruki Murakami

Image
Çavkanî:  Haruki Murakami,  First Person Singular , “ Confessions of a Shinagawa Monkey ” – 2021, Wergara ji japonî:  Philip Gabriel , Weşanxaneya Knopf Min ew meymûnê extiyar berî pênc salan li devera germavan a parêzgeha Gunmayê, li otêleke piçûk a bi usûla japonî hatiye çêkirin, nas kir. Li wê otêla mutewazî, heta dikarim bêjim kevnok, min şeveke seyr derbas kir. Ketibûm ber pêlên bayê û min rêyan zeft dikir, saet bi ser 7ê êvarê ve ketibû. Dema ku ez gihîştim devera germavan û ji trênê peya bûm, payîz ber bi dawiyê ve diçû, jixwe roj zû de çûbû ava, her der di nav şîneke tarî ya çiyayî de mabû. Ji serê çiyan jî bayekî sar û gurr hat û pelên daran heta serê kuçeyê ve xişxişand ku bi qasê kulmekê bûn. Ji bo cihê mayînê peyda bikim li nav bajêr çûm û hatim, bes otêlên bê kil û kêmasî piştî wexta şîvê mêvanan qebûl nedikirin. Li pênc-şeş cihan sekinîm, lê yek be jî ez neezimandim. Axir, rastî otêlek hatim ku dikariyam lê bihewim, sedesef ew jî li dereke tenha ya li dûrî n...

Ferhenga Dudil

Image
Dîsa berî azana melê ez û bavê min Fayîq bi niyeta nimêjê çûn mizgeftê. Bavê min, ne ku ji min daxwaz dike an jî şîretan difûrîne her şeveqa sibê radibim û pê re diçim. Na, kengî çi kiribe min bi zarê wî kiriye. Çawa ku ji siya min nayê payîn bêyî liv û lebata min tevbigere, ne mimkûn e ez jî bi zarê bavê xwe nekim. Belkî ezê ez siya vî mêrikî me, siyeke bi çav yan jî sûretê wî yê li ser eynikê; lê belkî jî ew sî û xeyala min e. Belkîûbelkîûbelkî kirinên min ên ku dibêm qey bi zarê wî ne, ji beriya wî de an jî pê re di heman demê de dikim. Sî:  Ala şexsî ya mirovî ku li ba nabe. Al:  Berê li mekteban kitêbên xerîteyan belav dikirin. Di nava wan de hemû welatên li ser rûyê erdê ligel alên xwe dihatin nîşandan. Xweş bîr dibim, min û keça cîrana me heman kitêba xerîteyan bi kar dianîn. Keça cîrana me:  Meyrem. Dema ku dest bi zanîngehê kir ez hîn diçûm lîseyê, sefa didûyan. Ango du sal bi emirtir bû ji min. Hindik mabû pê re bigihêjimê û ez jî herime heman zanîngehê, bes lig...

Beq Efendî Tokyoyê Xilas Dike - Haruki Murakami

Image
Çavkanî: Haruki Murakami, After the Quake, “Super-Frog Saves Tokyo” – 2003, Werger ji japonî: Jay Rubin, Weşanxaneya Vintage Katagiri dema ku hate mala xwe beqekî qerase li hêviya wî bû. Li ser du lingên xwe yên paşiyê, bê guman du mitro hebû qama wî. Katagiri, zilamekî biçûk û ji 1.60 mitroyê ne dirêjtir bû, ji ber heybeta beq bêhtir xwe hûrik hîs dikir. Beq bi dengekî zelal û xurt got, “Ji min re bêje Beqo.” Katagiri di devê derî de zîq mabû, nedikarî biaxive. “Netirse, zirara min nagihê te, were derî bigire. Ji kerema xwe re.” Katagiri nekarî ji cihê xwe jî bilive, bi destê rastê çenteya şîrketê, bi destê çepê jî poşeta marketê digirt ku tê de zerzewatên teze û konserveyek somon hebû. “Ji kerema xwe, Katagiri, bilezîne derî bigire û pêlavên xwe derxe.” Dengê navê wî alîkariya Katagiri kir ku ji matmayînê xilas bibe. Wî derî li gor telîmatê girt, poşeta marketê danî ser erda darîn a bilindkirî, çenteya şirketê xist binçengê xwe û pêlavên xwe derxist. Beqo îşaretî wî kir ku li ser kur...

Hûrçîrok

Image
Dem bi dem lê were zêdekirin Bermîladamençeyawîlitasaserêmineûdixwazetiştênkudixwînebihemanlezêbêyîxeletîûxalbendîbinivîsimûdestûrênadepêlcihêvalahiyêbikimlêgerhêdîbinivîsimyanjîadetenpêlcihêvalahiyêbikimewêtetikêbikişîneûserêminbikehezar pa (17.10.2023) Deftereke wî hebû, tê de şev û roja xwe, serborî û serweriya xwe kêşûkaş dikir. Bes defter, bi demê re go sifteh û bi xwe di rûpelan re neqişand herfên xwe. Tebîen serê pêşîn heyirî xudandefter lê paşê bi keder û meraq vegeriya, go çi qewimî ax lo çi ciriya? (10.12.2023) Li daristanê çivîkeke xemgîn hebû. Bêdeng li derûdora xwe dinêriya, çumkî ji strana xwe mehrûm bû. Bes mirovên reşkal û neşad tim diçûn gel çivîkê da ku dengê xwe bidine wê û ew jî di şûna wan de bike qîrîn û hawar. Heta bêdengiya xwe ya din.  (23.05.2022) Ji bo ku bikare xwe ji geremola jiyanê dûr 'xe, serê çend salan e dinivîsand. Gava dît ku heqîqet li gor xet û nivîsa wî diguhere/in, kete ferqê bê ka çawa çîroka/ên jiyana xwe bi xwe nivîsiye. Hema wê hingê dev ...

Destpêka Hevrêtiya Ecêb a Ce'ferê Mexolî û Hesen Tofan - Bextiyar Elî

Image
Çavkanî:  Bextiyar Elî. “Beşa 5.” Xezelnûs û Baxekanî Xeyall, r. 46-53, Silêmanî: Weşanên Endêşe, 2014. Ez, Hesen Tofan, bi Ce'ferê Mexolî re pêkve di hûcreyên Partiyê de mezin bûn. Rojekê Mamoste Şewboyan gazî me kir û mizgîniyek da me; êdî em endamên komeke nû bibûn ku ev kom ji kuştinê û paqijkirina nihêniyan berpirsiyar bû, ê helbet ji kêfan firiyan. Lê herke şaş nebim ew roj Mexolî ji min bêhtir kêfxweş bibû. Kengî li pêşberî simbêlê mamoste yê wek hespên avî û nêrînên wî yên dirinde amade bûna, Mexoliyê hûrik û lêvstûr î pozfireh mîna peykerekê yan jî leşkerekî li hêviya fermandarê xwe be, disekinî. Egaleke qirêj û çendreng diavêt histûyê xwe. Bi sekina xwe ya tîk dişibiya mişkekî qirase yê bi ser piyan ketî. Ewqas sermest û ji xwe qayil bû, meriv digot qey tacek li ser e û şahê ‘Eceman e. Ce'ferê Mexolî digot, ez ji bo kuştinê ji dayik bûme. Bawer dikir ku beşdarbûna me ya tîma sûîqestê wê rê li ber hîn pîle û payeyên qîmetdar veke. Wan çaxan fikra wî aha bû, digot, meri...