Ferhenga Dudil
Dîsa berî azana melê ez û bavê min Fayîq bi niyeta nimêjê çûn mizgeftê. Bavê min, ne ku ji min daxwaz dike an jî şîretan difûrîne her şeveqa sibê radibim û pê re diçim. Na, kengî çi kiribe min bi zarê wî kiriye. Çawa ku ji siya min nayê payîn bêyî liv û lebata min tevbigere, ne mimkûn e ez jî bi zarê bavê xwe nekim. Belkî ezê ez siya vî mêrikî me, siyeke bi çav yan jî sûretê wî yê li ser eynikê; lê belkî jî ew sî û xeyala min e. Belkîûbelkîûbelkî kirinên min ên ku dibêm qey bi zarê wî ne, ji beriya wî de an jî pê re di heman demê de dikim. Sî: Ala şexsî ya mirovî ku li ba nabe. Al: Berê li mekteban kitêbên xerîteyan belav dikirin. Di nava wan de hemû welatên li ser rûyê erdê ligel alên xwe dihatin nîşandan. Xweş bîr dibim, min û keça cîrana me heman kitêba xerîteyan bi kar dianîn. Keça cîrana me: Meyrem. Dema ku dest bi zanîngehê kir ez hîn diçûm lîseyê, sefa didûyan. Ango du sal bi emirtir bû ji min. Hindik mabû pê re bigihêjimê û ez jî herime heman zanîngehê, bes lig...